LubnanNûçeRojhilatanavin

Hizbullahê ji nasandina Serokwezîrê nû yê Libnanê pêşwazî kir

Cîgirê Sêkrêtêrê Hizbullahê ji nasandina Hessan Deyab weke Serokwezîrê nû yê Libnanê pêşwazî kir.

Şêx Neîm Qasim Cîgirê Sêkrêtêrê Hizbullahê got ku raspardina Hessan Deyab jibo pêkanîna kabîna nû, pêngaveke berfiretir ji hevkarîyên sîyasî yên digel hemî koman e ta ku armanca sereke yanî pêkanîna dewleta çaksazîxwaz li Libnanê serêxwe bigire.

Cîgirê Sêkrêtêrê Hizbullahê gotin û kiryarên destwerdanxwazîyê yên rayedarên amerîkî ku bi heceta piştgirîya aborî ji Libnanê lê bi armanca birêxistina alozî û fitneyê tên hilêxistin û kirinê şermezar kirin û got: Libnan ne meydanek jibo birêxistina fitneyê di navbera Şîe û Sunneyan de ye.

Hessan Deyab yek ji kesayetîyên ehli Sunne û Wezîrê berê yê Perwerdeya Bilind a Libnanê şeva buhurî 69 deng li Parlimanê bidest xistin û hat raspardin ku mideha 3 hefteyan de desteya wezîran bide nasandinê.

Başa dön tuşu