CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Holendê idiayên pûç ên dijî Îranê dubare kirin

Hin welatên ewrûpî di bin zexta Rêjîma Sîyonîst û bereberê raberkirina mêkanîzma fînansî ya YE`yê di halê birêxistina helahelayan û belavkirina nûçeyên pûç û idiayên dubarebûyî dijî Îranê da ne.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, di dewma idiayên dewletên Danmark û Fransayê ku berî vîya li dijî Îranê hatin hilêxistinê da, Wezîrê Karên Derve yê Holendê Stêfan Bilak şeva buhurî idia kir ku destê Îran di 2 opêrasyonên dijî 2 welatîyên holendî-îranî li vî welatî da hebûye.

Bilak di nameyekê da bo Parlimana Holendê da, bi hilêxistina idiayeke pûç got ku Îranê di hewildanên dijî 2 welatîyên holendî yên esilîranî di salên 2015 û 2017`ê da dest hebûye.

Ew idia di halekî da ji hêla Wezîêr Karên Derve yê Holendê va tê hilêxistinê ku Wezîrê Karên Derve yê Danmarkê Andêrês Samoêlson jî di twwitekê da idia kir ku YE`yê razîbûna xwe derbarê sepandina hin boykotan dijî servîseke lêzanînan a Îranê têkildarî hin planên li axa Ewrûpayê da ragihandîye.

Lê di berdêla wan idiayan da, Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê Fêdêrîka Mogêrînîyê jî pêgirî kir ku mêkanîzma fînansî (SPV) ji bo ticareta digel Îranê piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê baş pêşda diçe û dema bikaranîna wê jî dê bi zûtirkê were ragihandinê.

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Îranê berî vîya idiayên ku dijî Îranê li axa Ewrûpayê hatine hilêxistinê, ret kirine û ew encama hewildana servîsa istixbaratê ya Rêjîma Sîyonîst ji bo derbelêdana li peywendîyên Têhran û Brukselê piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî zanîne.

Başa dön tuşu