IraqNûçeRojhilatanavin

Hovîtîyeke din a DAIŞ`ê li Kerkûkê

Koma têrorîst a DAIŞ`ê cinayeteke nû li başûra rojavaya parêzgeha Kerkûkê pêk anî û di encamê da 8 kes bi awayekî hovane kuştin.

Ajansa nûçan a Someriye News`ê ji zarê çavkanîyeke ewlehîyê ya Iraqê ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê 7 kes li baregeha hewayî ya Bekarê li nêzîkî bajarê Hewîcê bi hegera hevkarîya ligel hêzên artêşa Iraqê xistin bin boldozêrê û ew pelixandin.

Yek ji têrorîstên hanê, sîngê iraqîyekî dirandîye û dilê wî li halekê ku sax bûye ji sînga derxistîye û daye ber gez û didana.

Li gorî vê raporê, hin gorîyên vê cinayetê endamên berê yên dezgehên ewlehîya Iraqê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu