CîhanErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Husêyn Emîr Evdillahiyan: Erebistan divê ji Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bê derxistin

Li gorî rapora ISNAyê, Destyarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Hisên Emîrevdillahiyan Yekşemiyê bi şev li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Erebistan mafên mirovan li Yemen û Behrêynê binpê dike û sebebkara kuştina Cemalê Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekir ê siûdî ye, loma divê ev welata ji Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) were derxistinê.

Hisên Emîrevdillahiyan, Destyarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Donad Trumpê serokomarê Amerîkayê divê ji ber bûyera ku hat serê Cemalê Xaşiqçî û bi sebeba piştevaniya ji siyasetên têrorîstî yên Erebistanê li hember raya giştî ya cîhanê bersivê bide.

Başa dön tuşu