ÎranNûçeRojhilatanavin

Husêyn Emîrevdillahiyan: Siyaseta Amerîkayê ya dotina Erebistanê li Îrana bihêz bi tu awayî serê xwe nagire

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî got: Serokomarê Amerîkayê bi ispartina postan bo kesin wekî Can Bolton di rstiyê da siyaseta wergirtina serpişkiya zêdetir derheqê Lihevkirina Navokî dişopîne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê êvara Pêncşemiyê bi peyameka ji Twitterê Hêrbêrt Rîmond Mek Mestêr rawêjkarê ewlehiya neteweyî ya Koşka Sipî wêda bir û dewsa wî Can Bolton danî ku nûnerê berê yê Amerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî, Husêyn Emîrevdillahiyan roja Yekşemiyê li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Donald Trump bi danîna kesin tundrê û zêdegav wekî Can Bolton di rastiyê da siyaseta tirsandina zêdetir û wergirtina serpişkiyan derheqê Lihevkirina Navokî û bernameya berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê  dişopîne.

Wî destnîşan kir: Siyaseta Amerîkayê ya dotina Erebistanê (wergirtina serpişkiyan ji Erebistanê) li Îrana bihêz bi tu awayî serê xwe nagire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu