IraqNûçeRojhilatanavin

Rakirina alaya Rejîma Siyonîst li Iraqê qedexe hate ragihandin

Nûnerên Parlimana Iraqê, pêşniyarqanûnek pejirandin ku li gorî wê rakirina alaya Rejîma Siyonîst li navçeyên curbicur ên Iraqê, sûc tê hesêb.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Sûmêriye News`ê, li gorî pêşniyarxanûna ku ji aliyê parlemana Iraqê ve hatiye pejirandin, her kesê ku alaya Rejîma Siyonîst li axa Iraqê rake, sûckar tê zanîn û divê were cezakirin.

Rejîma Siyonîst bi piştgîriya ji giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, bi dû zêdekirina kêşeyên li vî welatî bû ew jî piştî rizgarbûna Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û azadkirina navçeyên dagîrbûyî.

Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, hêzên artêşa Iraqê karîn gundên Um El Wulf, Hisên El Elî û Um Tînenê yên li rojavayê parêzgeha El Enbarê, ji bin lepên DAIŞ`ê azad bikin û li ser meydanên Ekaza yekem û Ekaza duyemîn serdest bibin.

Qonaxa dawîn a operasyona berfireh ya artêşa Iraqê bona azadkirina bajarên Qaim û Rawê li rojavayê parêzgeha Enbarê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê, ji sibeha pêncşemiya buhurî ve li ser fermana Heyder El Ebadî, serokwezîrê vî welatî destpê bûye.

Başa dön tuşu