NûçeCîhanEwropa

Îblîsê Mezin DYE winda dike, sînorên Kolombiya û Venezuelayê piştî 7 salan ji nû ve vedibin

Piştî aloziya siyasî ya bi salan di navbera Venezuela û Kolombiyayê de, her du welat ber bi vegerandina têkiliyan ve diçin, digel ku Kolombiya dijî-desthilatdariyê digire. Di vê çarçoveyê de piştî ku sînorên hevpar ên Venezuela û Kolombiyayê 7 sal bûn hatin girtin, rayedarên her du welatan bi merasîmekê rê li ber kamyonan vekirin.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro di twîteke xwe de li ser vê mijarê wiha got: “Em têkiliyên xwe ji nû ve dest pê dikin û ji bo vekirina tam û teqez ya sînorên di navbera welatên bira de bi pêş ve biçin, ev rojek dîrokî ye.”

Di vê merasîmê de, kamyona yekem roja Duşemê piştî nîvro bi dema herêmî ji San Antonio del Táchira ber bi sînorê Venezuelayê ve çû û di ser Pira Simón Bolívar re gihîşt Cûcuta, Kolombiyayê.

Başa dön tuşu