CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Tomarkirina daxwazê ji bo kutakirina boykotên Îranê li malpera koşka Sipî

Komek ji çalakên mafên mirovan û endamên rêxistinên gelanî, daxwaza“A niha boykotên Îranê kuta bikin“ li malpera koşka Sipî tomar kirin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, li teksta  vê daxwaza gelanî ku 25ê Tîrmeha  îsal li malpera Koşka Sipî hatiye tomarkirin, hatiye ku, boykotên aborî hin kiryar in ku nayên pînekirin û dibin sedem mafên mirovan bi awayekî brfireh binpê bibin.

Di dewama vê daxwazê, boykotên Emerîkayê li dijî gelê Îranê li 4 deheklên derbasbûyî, neadilane bûne û hatiye destnîşankirin ku armanca van boykotan derbelêxistina  li xweserî, geşatî û pêşketina  gelê Îranê ye.

Li pişkeke din a vê daxwazê jî hatiye ku alîgirên mafên mirovan û rêxistinên  gelanî dê ji koşka Sipî bixwezin ku  demlidest li dijî Îranê rawestînin.

Dewleta Emerîkayê piştî derketina  ji rêketnnama navokî teqez kir ku dê heya 4ê Mijdara 2018an derfirotina nifta Îranê bighînin sifrê.

Di vê çarçoveyê de, Waşengtonê ji welatên  cîhanê daxwaz kir ku wek beşek ji boykotên  aborî li dijî Têhranê  derkirîna  ji Îranê bighînin sifrê.

Pirraniya welatên cîhanê raghandin ku dê riya Emerîkayê neşopînin.

Dewleta Emerîkayê, 8ê Gulanê ji rêketina navokî derket ku ev kiryara  bi awayekî berfireh ji aliyê civaka navneteweyî ve hat şermezarkirin.

Başa dön tuşu