Îbrahîm Ceferî: Plana Trump komployeke nû li dijî welatên navçê

Wezîrê karên derve yê Iraqê diyar kir: Guhestina balyzoxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa Şerîf komployeke din li dijî welatên navçê û hakimiyeta wan bi awayê giştî û Beytulmuqedesê bi awayê taybet e.
Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja taybet tev Îran Pressê teqez kir: Quds ne tenê mesela Filistînê, belkî mesela hemî welatên erebî, Îslamî û azadîxwazên cîhanê ye û Iraq tevî piştgiriya ji Filistînê û Beytulmuqedesê ji kiryarên ku li dijî biryara serokkomarê Emerîkayê li bara Qudsê cih tê, pêşewaziyê dike.
Îbrahîm Ceferî bal kişand ser planên navçeyî û navneteweyî jibo êrişa ser hewdengiya siyasî, olî û neteweyî ya Iraqê û serê axir parvekirina vî welatî destnîşan kir: Dewleta vî welatî hewldana xwe jibo parastina yekitî û yekperçetiya neteweyî weke tenê riya sekinîna li hember komployan didomîne.
Wezîrê karên derve ya Iraqê li bara avedankirina xopanên li encama şerê li hmber terorîstên tekfîrî li Iraqê got: Divê ev welata ji aliyê iraqiyan were avakirin lê ji ber rewşaniha û xerca giran a eskerî, mesela avedankirina Iraqê tev piraniya welatên cîhanê hatiye hilxêsitin.
Ceferî her wiha got: Piraniya welatan ji hevkariya li avedankirina Iraqê pêşewazî kirine ji ber ku ev hevkariya ne tenê ser qezanca Iraqê belkî dê ji bo van welatan bixwe jî berjewendiyên aborî hebe.