IraqNûçeRojhilatanavin

Nivîsgeha Ebadî: Yildirim soza vekişîna hêzên Tirkiyê yên li Başîkê da

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand ku serokwezîrê Tirkiyê soza vekişîna hêzên Tirkiyê yên li sînorê parêzgeha Neynewayê daye.

Berdevkê nivîsgeha Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê, Seidî Hedîsî ji çapemeniyê re ragihand, di civîna Ebadî û Yildirim de gotûbêj li ser hejmarek mijarên giring hatine kirin.

Li gorî gotinên Seidî Hedîsî, serokwezîrê Tirkiyê, Bînalî Yildirim, soz daye ku artêşa Tirkiyê hêzên xwe li nêzîkî bajarokê Başîkê paşda bikşînin.

Berdevkê nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand ku di civînê de Ebadî û Yildirim, derbarê hevahengiya istixbaratî û parastina sînoran gotûbêj kirine ku rê li hatûçûna hêzên PKK`ê bê girtin, ku ji Herêma Kurdistanê va nikaribin derbasî sînorê Tirkiyê bibin.

Îro 07.01.2017 serokwezîrê Tirkiyê, Bînalî Yildirim, bi şandekê ve geheştiye Bexdaya paytexta Iraqê û biryar e sibê 08.01.2017`ê ligel Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê û hin berpirsên payebilind ên vê navçeyê bicive (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu