Îbtalkirina sefera taxima Rejîma Siyonîst bo Behreynê
Sefera taxima bazirganî û siyasî ya Rejîma Siyonîst bo Behreynê bona beşdariya li konferansa aborî ya navneteweyî ya Menamê hat îbtalkirin.
Li gorî rapora Reuters`ê, Canatan Ortmanz serokê konferansa aborî ya navneteweyî ya Menamê got: Li halekê ku Behreynê pêşniyar kire taxim aîsraîlî ku dê pêşewaziyê ji beşdariya wan bikin , lê ev taxima îro yekşemiyê biryar da ku ji ber dilgiraniyên ewlehiyê beşdariya konferansa Menamê neke.
Li gorî vê raporê, îbtalkirina hizûra taxim îsraîlî li vê konferansê piştî wê cih hat ku parlemana Behreynê mazûvaniya welatê xwe ji kesayetiyên siyonîst li konferansa aborî ya pêkanîna kar û şuxilan şermezar kir.
Pêştir çavkaniyên behreynî raghandin ku 45 kesayetiyên siyonîst bi serokatiya Êlî Kohên wezîrê aboriyê yê Rejîma Siyonîstî dê beşdarê konferansa navneteweyî ya pêkanîna kar û şuxilam a Mnamê bibin ku ji 15 heya 18 Nîsanê dê were lidarxistin.