ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Îdiaya Erebistanê li bara şandina sîlahan ji Îranê bo Yemenê hate retkirin

Berdevkê artêşa Yemenê îdiaya Erebistanê ku ragihandiye Îranê çek û sîlah şandine Yemenê ret kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Şeref Qalib Luqman berdevkê artêşa Yemenê îdiaya Erebistanê ku ragihandiye Îranê çek û sîlah şandine Yemenê ret kir û ragihand ku Riyaz bi vê mihanê êrişên xwe yên ser Yemenê didomîne.

Qalib Loqman destnîşan kir; Artêşa Yemenê bi hêz û qawet e û dikare li hemberî Erebistanê bisekine û bersiva êrişên Erebistanê bide.

Şeref Qalib Luqman berdevkê artêşa Yemenê bal kişande ser pirsgirêkên ku ji bo Erebistanê piştî destdirêjiya ser Yemenê çê bûne û ragihand; Niha ku pîlanên Erebistanê li nav axa Yemenê rastî işkestan hatine, Riyaz dixwaze nêhrîna civata cîhanî ser cinayetên ku Riyaz li Yemenê dike bixalifîne.

Pêştir Amerîka îdiaya şandina çek û sîlahan ji Îranê bo Yemenê xistibû rojevê.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê jî li hemberî îdiayên Amerîka ku ragihandibû Îran çek û sîlahan dişîne Yemenê bertek nîşan da û ev yeka ret kir.

Qasimî got: Ev îdiayên hanê li halekê têne kirin ku Erebistan bi çek û sîlahên Amerîkayê êrişî ser xelkê sivîl ên Yemenê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu