NûçeRojhilatanavinSûriye

Îdîayên derewên bikaranîna çekên kîmyewî

ezareta Karên Derve ya Sûriyê agahiyên têkildarî êrîşeke kîmyewî li bajarê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatê red kirin û mêdyayên Ceyşul Islamê bi belavkirina nûçeyên di vî warî de tawanbar kirin ji bo ku bûyera idiayî têxin stûyê Artêşa Sûriyê û ev kara jî bi wê armancê kirin ku pêşdeketina wê rawestîne.

Li gorî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, “Artêşa Sûriyê bi lezgînî û viyaneke xurt pêş de diçe lewma pêwîstiya wê bi bikaranîna çekên kîmyewî tine, wek ku hinek aliyên girêdayî terorê îdîa dikin”.Li gorî vê raporê “çekdarên Ceyşul Islamê li Dûmayê dijîn û rewşa wan li ber derbeyên artêşa Sûrîyê gelekî xerab e û ew têk diçin.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê herwiha ragihand: “Şanoyên bikaranîna çekên kîmyewî li Heleb û Xûtaya Rojhilatê bi kêr nehatin û dê îro jî bi kêrî terorîstan û xwediyên wan neyên. Dewleta Sûriyê micid e ku li her buhosteke axa xwe terorêkokbirr bike.

Duh hin medyayan ragihandin ku Artêşa Sûriyê çekên kîmyewî li Dûmayê bi kar anîne wek bersiva li hemberî operasyonên  ku têrorîstên Ceyşul Islam li taxên cuda yên Şamê kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu