ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Xamaneyî: Hûn hindî dikarin hereketa Hişyarîya Islamî û Berxwedanê li navçê xurt bikin, ji ber ku tenha rêya rizgarbûna herêmê berfirekirina vê hizr û moralê ye

Rêberê mezin ê Inqilaba Islamî ya Îranê tifaq, yekdilî û yekdengî tenha riya serketina cîhana Îslamê li hemberî komployan da zanîn.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, Hezretê ayetullah Xaminêyî îro di hevdîtina digel perpirsên welêt, sefîrên welatên islamî û komek ji çîn û qatên gel de xitabî rewşenbîr û alimên dînî pêgirî kir: Hûn hindî dikarin hereketa Hişyarîya Islamî û Berxwedanê li navçê xurt bikin, ji ber ku tenha rêya rizgarbûna herêmê berfirekirina vê hizr û moralê ye.

Hezretê ayetullah Xaminêyî bal kişand ser tirsa zilhêzan ji hişyarbûna gelên misilman û got: Di her dera ku islam ketîye dil û canê gel, zorbêj pêrgî işkestê bûne û ew dê carek din li navçê ji ber Hişyarîya Islamî derbên giran bixwin.

Wî herwiha bal kişand ser vê yekê ku hin welatên herêmê ku dewsa peyrewîya ji islamê û Quranê ji Amerîkayê peyrewîyê dikin û bi bîr xist: Amerîka li gorî firişkê xwe yê zorbêjîyê heqaretê li welatên hanê dike û çawan ku we hemîyan dît, serokomarê Amerîkayê ku bê tûne qise dike, hikimdarên Seûdî şibandin çêleka ku şîr dide.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ev cure heqaretana bêrêzîya li gelê Erebistanê û gelên misilman ên herêmê bi nav kirin û got: Hin hikimdarên misilman di 2 cinayetên li Filistîn û Yemenê bûne hevrêyê Amerîkayê lê bê guman serkevtin dê ya gelên Filistîn û Yemenê be û Amerîka û dûvikên wê yê li van du welatana pêrgî işkestê bibin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, pêgirî kir ku hêza Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst li herêmê lawaztir bûye û got: Rêjîma Sîyonîst çend salan berî niha, piştî şerekî 33 rojî li hemberî Hizbullaha Libnanê tewîya û 2 salan bi dû wê di şerê li hemberî filistînîyan da tenê karî 22 rojan li ber xwe bide û di şerê pey wê li Gezzê da jî tenê karî 8 rojan li ber xwe bide û hefteya buhurî jî piştî berxwedaneke durojî li hemberî komên berxwedêr ên filistînî tûşî işkestê bû ku ev babetana nîşan didin ku Rêjîma Sîyonîst her ku diçe lawaztir dibe.

Hezretê ayetullah Xaminêyî herwiha bal kişand ser berxwedana çilsalî ya gelê Îranê li hemberî hemî dijwarî û zextan û pêgirî kir: Amerîka û Rêjîma Sîyonîst karekî gellekî bêtûne dikin ku gefa li gelê Îranê dixwin.

Başa dön tuşu