ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmam Xameneyî: Şehadet li Kurdistanê hertim bi fidakarî û mucahidetê re bûye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, Hz. ayetullah Xamineyî got: Şervan û xebatkarên kurd ên Îranê li eynî ku bi dijminên biyanî re şer dikirin bi hêzên li dijî Înqilabê re ri şer û pevçûnê de bûn vêca şehadet li Kurdistanê hertim bi fidakarî û mucahidetê re bûye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, Hz. ayetullah Xamineyî li hevdîtina karbidestên lidarxistina Kongera Bîranîna 5400 şehîdên parêzgeha Kurdistanê ku duşemê 17 Hezîranê hat lidarxistin, huner û başiya din a gelê Kurdistan pûçkirina komploya dijminan a çêkirina dijberî û nakokiyên mezhebî û etnîkî da zanîn û got: Îran ji babeta pircuriya etnîkî kêm mînak e û qewm û etnîkên curbicur li bin navê mezin ê Îranê û netewê Îranê li kêleka hevdu dijîn.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, got: Her ji despêkê ve dijminan dixwestin ku bi çêkirina dijberî û neyariyên mezhebî û etnîkî Komara Îslamî ya Îranê têkbidin, lê belê xelkê mumin û hişyar ê Kurdistanê û herwiha xelkê kurd li Azerbaycana Rojavayê ev komploya wan pêç kirin û bi xizmetkariya ji bo Înqilaba Îslamî, dijmin bê hêvî kirin.

Hz. ayetullah Xamineyî got: Xelk bi taybet nivşa ciwan divê bizanin ji bo qahêmkirina xêm û bingeha Înqilaba Îslamî û pêşveçûn û serbilindiya vê Dara paqij û bi şanazî çi bikin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser siyasetên şaş û bi kêmasî yên Rejîma Pehlewî li warê bişûndragirtina deverên kurdî û ji berpirsên parêzgeha Kurdistanê xwest ji bo avadanî û pêşdaxistina parêzgeha Kurdistanê pir bixebitin da ku paşvemayîn nemîne.

Gotinên Rêberê Înqilaba Îslamî vê sibeyê li cihê vê Komcivînê li bajarê Sineyê navenda parêzgeha Kurdistanê ya Rojavayê Îranê hatin weşandin.

Başa dön tuşu