NûçeÎranRojhilatanavin

Îmam Xamineyî: Besîc divê li qada zanistê amade be

Bi boneya Hefteya Besîcê roja Şemiyê komeke mezin a besîciyan bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk anî.Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê hevdîtinê da tekez kir: Hûn besîciyên îro û pêşerojê mixatebên vê gotarê ne; Besîc tenê ji bo meydana leşkerî nîne, Besîc divê di qada dîn û zanistên madî da amade be.Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Di qada zanist û lêkolînê da Besîc kêrhatî bû, hem di bûyera Koronayê û hem jî ji bilî Koronayê, zanyarên me yên navokî besîcî bûn.Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Besîc çanda xizmetkirina bêyî nîşandanê bo gel e; Besîc çanda têkoşîna bêyî çaverêtiyê ye.Şiroveya gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê piştra were weşandin.

Başa dön tuşu