NûçeRojhilatanavinSûriye

Îmhakirina pêgeh û çeperên DAIŞ`ê li rojhilata Sûriyê

Artêşa Sûriyê pêgeh û çeperên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li rojhilata vî welatî de hilweşandin û gelek terorîst jî kuştin.

Malpera nûçeyan a libnanî ya El-Ehdê nivîsiye ku di encama êrişên hewayî yên balafirên artêşa Sûriyê ser çeper û pêgehên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li deverên derdora bajarê Dêrezorê li rojhilata Sûriyê, gelek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn û çeper û pêgehên wan îmha bûn.

Ji aliyê din ve artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî karîn navçeya Rekabiyeyê ya devera Dêrelesafîrê li Xuteya Rojhilatê li bêxe bin destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu