IraqNûçeRojhilatanavin

Îmzakirina rêketina kutakirina şerê Duzxurmatuya Iraqê

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Ebû Mehdî El-Muhendês Cîgirê serokê taxima hêzên gelanî yên Iraqê duh çarşemê ragihand ku pê îmzabûna rêketina dinavbera hêzên gelanî yên Iraqê û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê şerê bajarê Duzxurmatuyê li bakûra Selahedînnê kutahî pê hat.

Gor vê rêketinê hêzên pêşmerge ji nav Duzxurmatuyê têne derxistin û dosiya ewlehiya vê navçê dikeve destê polîsê xwecî.

Li vê rêketinnamê hatiye ku pêwîste hêzên çekdar ji nav Duzxurmatuyê bêne derxistin û kesên nav bajêr ku çek û sîlahên wan hene çekên xwe bidin saziyên pêywendîdar.

Li şer û pevçûna dinavbera hêzên gelanî û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ku ji 23 Avrîlê destpê bû, birek kes ji her du aliyan hatine kuştin.

Duzxurmatuyê ku navçeyek bi piraniya Turkimenên şîeye, pişkek ji axa Iraqê ye ku şer û pevçûn li ser wê navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu