ÎranNûçeRojhilatanavin

Inqilaba Islamî; tifaqa netewî, rûmeta islamî û hikûmeta cîhanî ya hezretê Mehdî yê

Gelê Îranê li serxistina Inqilaba Islamî rola sereke li rex rêvebirîya hezretê Îmam Xumêynî (RE) lîst û bi başî tifaqa netewî nîşan da.

Inqilaba Islamî ya Îranê alûgureke mezin li war û welatên islamî pêk anî û wek mînaka tifaqa netewî hat zanîn. Di vî warî de mamoste Nîyazî Hewramanî rawêjkarê dînî YNK`ê li gotûbêja digel ajansa nûçan a Tesnîmê, bi pîrozkirina salvegera serketina inqilaba bicoş a islamî ya gelê Îranê got: Inqilaba islamî ya Îranê inqilabek e ku divê bi wê şanazîyê bikin ji ber ku rûmet û serbilindîya misilmanan careka din zivirand.

Bi serketina Inqilaba Islamî, dînê islamê bi şiklê rastî li Îranê misoger bû û tifaq ku esasa vî dînî ye, di nava gelê Îranê de xûya bû. Tifaqa netewî û rûmeta islamî, bi serketina Inqilaba Islamî li Îranê hat nîşandanê û ev babeta girîng bingeha damezirandina hikûmeta cîhanî ya hezretê Mehdî  yê.

Peydakirina nasname û pênaseyê di vê rêkê de roleke girîng heye ku gelê Îranê bi şoreşa xwe, ev nasnama ji nûve peyda kirin. Tifaqa netewî û rûmeta islamî nasnama gelê Îranê ne ku bi serketina inqilaba islamî pêk hat û hemî qewmên îranî di bin sîvanekê de bi awayekî aştîyane li rex hev dijîn.Cîhana islamê jî ji bo bidestxistina tifaq, hevgirtin û yekperçebûna li hemberî cîhana kufrê, zêdetir ji her tiştî hewcedarê jinûve peydakirina nasnama xwe û bawerîya li rûmet û hêza xwe bi saya fêrkarîyên islamê ye.

Bi serketina Inqilaba Islamî, Komara Islamî ya Îranê li qada derve pêgirî li ser rola tifaq û rûmeta islamî kirîye û “tifaqê“ tenha rêçareya pirsgirêkên niha yên cîhana islamê dizane.

Tifaq, rûmeta islamî duberanber dike, lewma dijmin hertim li halê darêştina komployan ji bo birêxistina nakokîyan li cîhana islamê ne ta ku bandorê li bawerîya tam a li zihûra rastî ya hezretê Mehdî (Xwedê li zihûra wî lerzê bike) bikin.

Ji bo pêkanîna tifaqa hanê, di qonaxa yekem de, divê misilmanan li hêz û mezinatîya wan li cîhanê bihesînin û ev yeka jî li gorî gotina şarezayên mezhebî û alimên islamî, tenê bi palpiştîya hizra mehdewîyetê ku di rastîyê de mizginîya rûmet û mezinatîya misilman li cîhanê dide, pêkan e. Di vî warî de hezretê Îmam Xumêynî (RE) têkildarî vejîyandina çanda mehdewîyet û çavlirêya wî bûyîn wek yek ji ruknên girîng ên serêxwe girtina nasnama islamî pêgirî kirîye: Bendevarîya ji bo ferecê ango zihûra hezretê Mehdî bendevarîya ji bo desthilat û hêza islamê ye û divê em hewil bidin hêza islamê li cîhanê serêxwe bigire û amadekarîyên zihûrê bi hezkirina Xwedê bên kirin.

Hezretê Îmam Xumêynî (RE) li cihekî jî dibêje: Inqilaba gelê Îranê, xala destpêbûna inqilaba mezin a cîhana islamî bi alahilgirîya hezretê Mehdî (rihên me fidayî wî bin) ye.

Qada çalakîyên inqilaba islamî ya Îranê tenê vî welatî nagire ber xwe û hemî insanên misilman digire ber xwe. Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî jî di vî warî de dibêje: Me erkek heye. Îrana islamî, Îrana misilman erkek zêdetir û seratir ji gotinan heye. Mebest eva nine ku me qesda fetihkirina cîhanê hebe, qet wiha nîne, ev yeka di fikr û mejîyê wî kesî da ku misilman be cî nagire ku bixwaze fetha welatan û cîhanê bike, belkî mesele, meseleya risaleta li hemberî mirovantîyê ye.

Roja îro girîngîya tifaq û rûmeta islamî zêdetir ji berê xûya dike. Komploya ji bo pêkanîna komên tekfîrî li rojavaya Asyayê, armancek bilî birêxistina pevçûnê li welatên islamî tineye û ev mijara dê cîhana islamê ji armanca sereke dûr bixe.

Komara Islamî ya Îranê wek welatekî ku li hemberî meseleyên cîhana islamê xemsar nîne, roleke girîng li têkoşîna dijî komên tekfîrî yên ku dijminên cîhana islamê pêk anîne heye û ev babeta girîng ji erka cîhanî ya Inqilaba Islamî ya Îranê çavkanîyê digire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu