AsyaCîhanEfrîqaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

IOM: Di nava 4 mehan de li Deryaya Spî hezar û 89 penaber xeniqîn

Rêxistina Koçber a Navnetweyî (IOM) di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji destpêka sala 2017an hetanî niha 43 hezar koçber derbasî welatên Ewropayê bûn û zêdetirî hezar û 89 koçberên ku dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin di Deryaya Spî de xeniqîn.

Berdevkê IOMê Joel Millman di daxuyaniya xwe ya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de got: “Duhî li derdora qeraxê Girava Midilliyê ku dikeve navbera Tirkiye û Yûnanistanê 23 koçberan jiyana xwe ji dest da. ji destpêka sala 2017an heta niha hejmara koçberên ku derbasî welatên Ewropayê gihîşte 43 hezar û 204 kesî û di vê maweyê de hezar û 89 koçber jî di Deryaya Spî de xeniqîn.”

Joel Millman di berdewamiya axaftina xwe de got: “Koçberên ku gihîştin Ewropayê ji sedî 80 wan bi rêya Îtalya û yên din jî bi rêya Îspanya û Yûnanistanê çûn. Îsal 36 hezar û 851 koçber derbasî Îtalyayê bûn û ev reqem li gorî sala borî ji sedî 45 zêdetir e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu