AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran amade ye ku gazê bişînê Iraqê

Alîkarê pişka navnetewî ya kompaniya gaza Komara îslamî ya Îranê ji amadebûna Têhranê bona şandina gazê ji bo Iraqê xeber da.

Ezîzullah Remezanî alîkarê pişka navnetewî ya kompaniya gaza Komara îslamî ya Îranê li gotûbêja xwe ya tev IRIB News’ê, got: Têhranê bona şandina gazê ji bo Iraqê amade ye û du peymannamên şandina gazê bo bajarên Bexda û Besrê li qonaxa îcrabûnê ye.

Remezanî Bal kişande ser îmzakirina rêketinamên gazî di navbera Îranê û Uraqê û destnîşan kir; Eger aliyê iraqî amade be ev rêketinnamên hanê dê bibin rêketinamên mezin a Îranê li babeta pêşe û seneta gazê ku eva dikare ser qahîmkirina peywendiyên navbera du welatan bi tesîr be.

Alîkarê pişka navnetewî ya kompaniya gaza Komara îslamî ya Îranê ji projeya şandina gaza Îranê bo Pakistanê jî xeber da û got: Niha boriya şandina gazê ji Eselûyê ber bi Pakistanê bi dirêjiya 900 kîlomitre amade ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu