ÎranNûçeRojhilatanavin

“Îran amade ye li hemberî boykotên nû yên Amerîkayê raweste”

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî roja Pêncşemiyê li civînekê li bajarê Gonabadê li bakurê rojhilata Îranê tevî amajeya bi pesendkirina plana girantirkiirna boykotan li dijî Îranê li Kongreya Amerîkayê, got: “Armanca herî girîng a vî karî pêkanîna tirs û gumanê û helahelaya ji bo girtina pêşiya sermiyandanîna biyaniyan li Îranê ye”.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku boykotên Amerîkayê mijareke teze nîne, belkî heman boykotên berê ne ku li ser fermana serokomarê nû yê Amerîkayê ji aliyê meclisa nûnerêîn Amerîkayê va hatine pesendkirnê, got: “Boykotkirina berpirsên Komara Îslamî û Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî tenê li ser kaxizê ye û zêdetirê Propaganda ye ku desthilatdarên Amerîkayê hewil didin ji vê rêyê hêza xwe nîşan bidin”.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bal kişande ser rola girîng û bibandor a Îranê li hevsengiyên navçeyî û têkoşîna li hemberî têrorîsmê û got: “Sepandina ambargoyan li dijî Komara Îslamî ya Îran qet li ser xêra amerîkiyan nîne û Îran amade ye ku li hemberî van boykotan dekeve”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu