IraqNûçeRojhilatanavin

Pevçûnên giran navbera hêzên iraqî û çeteyên DAIŞ`ê li nav Felûcê

Hêzên iraqî piştî azadkirina taxa Şuhedaya Ewil li başûrê Felûcê li taxa Nezalê bi giran bi çeteyên DAIŞ`ê re ketin nav şer û pevçûnê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sky News`a Erebî, taxa Nezalê ji taxên herî mezin ên bajarê Felûcê ye ku hêzên iraqî piştî rizgarkirina taxa Şuhedaya Ewil hewil didin wê azad bikin.

Fermandetiya opêrasiyona Felûcê îro anku duşemiyê, 13`ê Hezîrana 2016`an, qala azadkirina taxa Şuhedaya Ewil li başûrê vî welatî û kuştina 42 kes ji endamên tlêrorîst ên DAIŞ`ê li vê opêrasiyonê kirin.

Fermandarê opêerasiyona Felûcê, Evdilwehab Saêdî got: Hêzên iraqî xwe ji bo êrîşa li ser taxa Nezalê ku ji navendên sereke yên koma têrorîst a DAIŞ`ê ye, amade dikin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê 19 kes ji endamên xwe yên reviyayî ji taxa Şuhedayê lio navenda Felûcê îdam kirin.

Saêdî li rojên derbasbûyî da qala azadkirina taxa stratejîk a Şuhedaya Duyem ji aliyê hêzên dijî têrorîsmê yên Iraqê kir.

Opêrasiyona azadkirina Felûcê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê ji 23`ê meha Gulana 2016`an dest pê bûye û piştî derbasbûna kêmtir ji du hefteyan ji destpêka vê opêrasiyonê, hêzên hevpar ên gelanî û leşkerî yên Iraqê di rojên vê daqwiyê da karîne bikevin nava hin taxên derdora Felûcê.

Ji dema destpêkirina opêrasiyona azadkirina Felûcê, hinek ji dewletên navçeyê bi taybet dewleta Siûdiyê û mêdyayên ser bi mêhwera siûdî-beisî bi giranî hewil dane ku vê opêrasiyonê bidin rawestandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu