AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Dostên li dewleta Tikriyê qedrnenas in

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Di serdema pêkhatina siyasetên Trump da hemî hewil didin ku bi xwe pirsgirêka sereke nebin û eger bikarin kesên din wek pirsgirêka sereke bidin nasandin.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li bara gotinên vê dawiyê yên rayedarên Tirkiyê li dijî Îranê û gotinên serokên payebilind ên Enqerê li bara destwerdana Tehranê li karên navxweyî yên welatêîn navçê, got: Ev îdiayên rayedarên Tirkiyê li dijî Îranê di demekê da hatine hilêxistin ku cida ji piştgiriya di werxtê da ya Tehranê ji dewleta Tirkiyê li pey darbeya li vî welatî û rola bi bandor li pêvajoya gotûbêjên aştiya Sûriyê, serokomarê Îranê jî bi sefera bi Paşatiya Omanê û mîrnişîna Kuwêytê dest bi xebatê ji bo pêkanîna pêvajoyeke teze ya hevkariyên navçeyî kiriye.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyivînekê de got: Me li navçeyê siyaseteke serketî hebû. Gişt dizanin ku em hokareke diyarker û bi bandor li navçeyê ne û aliyên ku li vê navçeyê bi ser neketin, bi hêviya meşandina siyasetên Trump ber bi xwestekên xwe helahelayê bi rê dixin. Ev alî kî ne? Evna ew kesan in ku pişta DAIŞ û Cebheya El-Nusreyê girtin. Hemû dizanin ku rewşa herî bixeter a navçeya me encama siyasetên wan e. Dê baş e niha wan ev derfet peyda kirne û hin îdiayan hilêdixin. Tevî viya ku vê behsa dijî Îranê li Konferansa Munîxê sê axaftin girtin ber xwe.

Wezîrê karên derve yê Îranê di dewamê da got: Hin welat hevdem digel serokoamrtiya Trump li Amerîkayê li dijî Îranê helahelayê dikin. Ev welat, welatên “Bibandor ên têkçûyî“ ne. Yanî welatên ku siyasetên wan bi ser neketine. Min demekê li axivtineke xwe de li derveyî welêt de got ku hevpeymaniya navneteweyiya dijî DAIŞ`ê, “Hevpeymaniya Tewabîn anku Tobekaran“ e. Niha ez dibêjim ku ev hevpeymanî, `Hevpeymaniya Serneketiyan` e. Hemî aliyên ku li navçeya me bi ser neketin, hevpeymaniyek pêk anîne û hin gotinan tînin zimên. Ez difikirim ku em divê zêde bala xwe nedin ser wan.

Zerîf di dewamê da got: Di rewşekê da ku em li bara rewşa navneteweyî û pêwîstiya gotûbêj û hevkariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêma Kendava Farsê li cîhana derveyî welatên rojavayî diaxivin, hinek mijûl in keviran davêjin ser riya me.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Hûn li Tikriyê binêrin ku gihîştiye kî derê? Li halê ku em dilsojê Tirkiyê ne. Wer xûya dike ku tişt li bîra van dost û hevalan nemaye. Ew Îranê bi sûcê firqeşopî û tayfetiyê tawanbar dikin; Lê ji bîr wan çûye ku em ji bo hikûmeta wan – ku heta şîe jî nîne – şeva darbeyê heta sibê ranezan. Hem xêrxwaziya yên din ji bîr dikin û hem jî qedrê kesên ku qencî ji wan re kirin û hevrêtiyav wan kirin, nizanin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu