ÎranNûçeRojhilatanavin

ÎRAN: “Berpirsiyariya dabînkirina ewlehiya tengava Hormizê ser milê Îranê ye”

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hember buxtana pûç a wezîrê karên derve ya Emerîkayê li dijî Îranê got: “Berpirsiyariya dabînkirina ewlehiya tengava Homizê li istûyê Komara Îslamî ya Îranê ye”.

 Li gorî rapora Wezareta Karên derve ya Îranê, seyd Ebas Mûsewî, roja îniyê bal kişand  ser buxtana Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê û rayedarên  din ên  emerîkî li dijî Îranê got: “Li halekî ku serokwezîrê Japonyayê li halê hevdîtina bi rayedarên  pilebilind ên Komara Îslamî ya Îranê re bona kêmkirina aloziyan li navçê bû, kîjan destên veşartî li dû bandora ser van hewldanan in û kî sûdê jê werdigrin?”

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê xitabî wezîrê karên derve yê Emerîkayê destnîşan kir: “Şik û gumana  li bara  bûyera niftkêşan li deryaya Omanê ne tenê pêkenî û henek nîne belkî dilgirankir e”.

Siba roja pêncşemiyê du niftkêşên hilgirê barên welatê Japonyayê li deryaya Omanê agir girtin.

 Piştî rizgarkirina  pêrsênêl û kedkarên van du gemiyan ji aliyê navenda gîhandina alîkariyê ya Rêxistina benderan û deryavaniyê ya Îranê, Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê bêyî raberkirina tu şehedî û belgeyekê, Îran wek berpirsê êrişa ser du niftkêşan li deryaya Umanê da zanîn. 

Başa dön tuşu