ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Bila Erebistan bi dû çêkirina şêwazên xwe be

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, li berteka li hember tawanlêdanên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Erebistanê dijî Îranê got: Ya baş ev e ku Erebistan dewsa qîrînên li ser bêçarebûnê û dubarekirina îdiayên kevn ên dijî kesên din, li fikra çêkirina rêbazên xwe be.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Behram Qasimî, roja çarşemiyê li bara gotinên nebicî yên Adil Cubeyr, wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî, li Pêkenê, got: Rayedarên welatê Erebistanê ku ji ber şaşitiyên xwe yên aşkera yên strsatêjîk, xwe xistine nava qopiya bixwîn a terorîsmê û kuştina zarok û jinên bêsûc ên li Yemen û Sûriye û Iraqê, baş e ku dewsa qîrînên li ser bêçarebûnê û dubarekirina îdiayên kevn ên dijî kesên din, li fikra çêkirina rêbazên xwe bin.

Wî herwiha got: Tevî hewldana bidûhev a Erebistanê ji bo weşartina rastiyên wekî desthebûna li operasyonên herî bi xof ên terorîstî li cîhanê heya kuştina zarokan li Yemenê û bi bikaranîna dolarên niftê, îro rojê xelkê cîhanê bi başî zanîne ku bingeha van şerxweziyan, Rejîma Siûdî û ola derewîn a Wehabiyetê ye ku xala bingehîn a jiyana siyasî ya vî welatî ye.

Adil Cubeyr, wezîrê karên derve yê Erebistanê, vê dawiyê li axiftinekê li Pêkenê, Îranê bi berfirehkirina nearamiya li navçê re tawanbar kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu