ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Bila parlimanterên YE`yê rastîyan bibînin

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wekî berteka li hemberî pejirandina belgeya istiratêjîk a ser navê “ istiratêjîya YE`yê li hemberî Komara Islamî ya Îranê piştî rêkeitnama navokî“ li komîteya peywendîyên derve ya YE`yê, hin xalên wê erênî zanîn û hin beşên wê jî nerast û encama propaganda reşkirinê ya derdorên dijî Îranê zanîn.

Qasimî got: Herçend ku hin xalên erênî û hêvîdarkir li vê biryarnamê hene ku dikarin alîkarîyê bidin berfirekirina peywendîyên Îranê û YE`yê û qonaxeke nû li peywendîyên her du alîyan vekin lê, li vê biryarnamê hin xal nemaze di warê mafên mirovan da hene ku ne li gorî rastîyan in û beşeke wan encama nerast û encama propaganda reşkirinê ya derdorên dijî Komara Islamî ya Îranê ye.

Wî herviha got: Li halekî ku biryar e di pêşerojeke nêzîk da gotûbêjên Îran  ûYE`yê têkildarî mafên mirovan destpê bibin, helwestên bi vî rengî nekêrhatî ne û pirsan pêk tînin û tu alîkarîyekê nadin jordabirina asta diyaloga têkildarî mafên mirovan û dibin sedema gumana destwerdana li karên navxweyî yên welatê me.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li dewama xeberdana xwe got: herçend ku biryarên parlimana Ewropayê ber û laya xwe ya şîretkirinê hene lê, ya baş ew e ku li gorî rastîyan û bi berçavgirtina pêşerojê bên dayînê. Çaverêtîya me ji parlimanterên ewropî û endamên komîteya peywendîyên derve ya wê parlimanê eva ye ku bi rastbînîyeke zêdetir bala xwe bidin ser mijarên bi vî rengî û xwe ji mijûlkirina bi mijarên nerast û ku ji alîyê derdorên dijî Îranê va tên hilêxistinê dûr bigirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu