CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Civîna Konseya Hukumdaran byî ku encamek jibo Amerîkayê hebe, bi dawî hat

Nûnerê Îranê li ba rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê got: Civîna Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê byî ku encamek jibo Amerîkayê hebe, bi dawî hat.

Kazim Xerîb Abadî, Nûnerê Îranê li ba rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê berbanga Pêncşemiyê di gotûbêja digel IRNAyê de tevî ravekirina civîna Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, got: Di vê civînê de ji billî Amerîkayê û sê hevpeymanên wî welatî yenî Rêjîma Siyonîst, Imarat û Erebistanê, endamên din ên Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li ser piştgiriya ji çendalîtîşopiyê û piştgiriya ji Peymana Atomî û pêwîstiya paarstian wê wek yek ji pîvanên girîng ên çendalîtîşopiyê, pêgirî kirin.

Xerîb Abadî got: Tevahiya welatên beşdar di civîna Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê de, derketina yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji Peymana Atomî nedurust dan zanîn û ragihandin ku Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê cihekî munasib jibo hilkolandina mijarên têkildarî cihanîna Peymana Atomî nîne, ji ber ku mijarên wiha nakevin rêza mijarên pademanî yên ajansê û divê di çarçova rêbzên diyarkirî yanî Komîsiyona hevpar a Peymana Atomî bên hilêxistin.

Nûnerê Îranê li ba rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê her wiha got: Amerîka li pey vêya bû ku vê demê Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê weka amûreke siyasî jibo pêşdebirina armancên xwe yên siyasî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi kar bîne, lê ser neket.

Li pey daxwaza Amerîkayê jibo lidarxistina civîna awarte ya Konseya Hukumdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê jibo hilkolandina kiryarên vê dawiyê yên Îranê di warê kêmkirina sozên xwe yên bin Peymana Atomî, ev civîn berêvariya Çarşemiyê li navenda vê rêxistinê li Viyena paytexta Otrîşê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu