IraqNûçeRojhilatanavin

Komploya Amerîkayê ji bo hilweşandina Heşdê Şeibî ya Iraqê

Tevgera Esaib Ehlê Heq ya Iraqê qala komploya Amerîkayê ji bo hilweşandina Heşdê Şeibî û wêdadayîna Ebu mehdî El Muhendis ji berpirsên vê koma gelanî kir.

Lêys Ezarî ji endamên pileberz ên Tevgera Esaib Ehlê Heq ya Iraqê roja Sêşemiyê li gotûbêja bi Bexda El yewmê bi gotina vê yekê ku hewildana Amerîkayê jib o hilweşandina Heşdê Şeibî, destwerdana aşkira ya Waşîngtonê li karên navxweyî yên Iraqê da zanîn û got: Komploya Amerîkayê ji bo derbelêdana li Heşdê Şeibî nîşan dide ku vê komê roleka erênî li pûçkirina komployên dijminan hebûye.

Ezarî her wiha got: Heşdê Şeibî wek nûnera qanûnî ya gelê Iraqê gellek fedakarî li riya paqijkirina vî welatî jib têrorîsmê pêk anîne.

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî sala 2014an piştî wê yekê ku koma têrorîst a DAIŞê hin navçe û bajarên Iraqê dagir kriin, li ser fitwaya Ayetullah Sîstanî, merceyê bilindqedr ê şîeyên Iraqê hat damezirandin û sala 2016an bi pesendkirina parlimana vî welatî, ev hêz ketin bin fermandetiya wezareta karên hundir û fermandetiya gişt a hêzên çekdar ên Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî jî pêştir pêgirî kiribû: Heşdê Şeibî ya Iraqê di bin rêbertiya dewlet û merceiyeta dînî da ye û dê bi ti awayî neyê hilweşandin.

Başa dön tuşu