Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Şehîdbûna sê filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê

Herîkêm 3 filistînî bi derba gulleyên eskerên siyonîst hatin şehîdkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçana Qudsê, eskerên artêşa rejîma dagirkirê Qudsê îro çarşemiyê ber bi du ciwanên filistînî li Qudsa dagirbûyî gulle avêtin û bi mehneya beşdariya wan li opersyona berxwedanê ew şehîd kirin.

Hevgav li gundê El-Zawiyê li Sîlîfetê li kêleka rojava ya çemê Urdinê jî eskerên siyonîst ber bi du ciwanên filistînî gulle avêtin ku li encama wê yek ji wan hat şehîd kirin.

Eskerên artêşa Rejîma dagirkir nehiştin ku ambolans here cihê bûyerê ku birîndaran bighezîne nexweşxanê.

Navçên curbicure erdên filistînî ji destpêka Cotmeha 2015`an heya niha bînerê nerazîbûnên berfireh ên filistîniyan li hember siyaseta destdirêjkirane yên Rejîma Siyonîstî û komploya xalifandina howiyeta Beytulmuqedesê û plana parvekirina dem û cihê mizgevta Eqsayê ye . ji hingî ve heya niha zêde ji 190 filistînî hatine şehîd kirin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu