ÎranNûçeRojhilatanavin

İRAN: Dijmin şerê psikolojîk û medayî li dij me despê kiriye

Wezîrê karên Hundir ê Komara Îslamî ya Îranê Ebdulreza Rehmanî Fezlî duh berêvarê piştî kutabûna rûniştina 22iyan ya “Erkana Ragihandin û Propagandeyên Aborî ya Welêt” li Tehranê got: Armanca vê rûniştinê hilkolandina pirsgirêkên bazarê, kêmasî û rawestana li ber şerê pskolojîk û medayî yê dijmin bû.

Rehmanî Fezlî got: Li mijara şerê rewanî û medyayî yê ku dijmin li dij me bi rê xistiye bi taybet li warê ardû û mazotê ku gotegota zêdebûna bihaya benzînê xistibû rojevê ji bo zêdebûna bihaya kelûmelên din, heke me li warê medyayê kêmasî bikira îmkan hebû ku ev bûyera li warên din jî çê bûbûya.

Wezîrê karên Hundir ê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Van rojana dijmin li şerê pskolojîk û medyayê wer teblîxê dike ku ji ber lawaziya birêveberiyê û nebûna kontrolê ser bazarê, kontrola rewşê ji destê hikûmeta Îranê derketiye, lê şukra Xwedê ji ber hişyarbûna gel û rayedaran hîn bandor û eserên zêdekirina boykotan û biryarên dijmin li ser abora me nakeve ber çavan. Lê divê em bizanin dijmin ji her derfetekê li dijî me îstifade dike û bêkêrbûna hin rêveberan li kêmasî û kêmbûna girê dide. 

Başa dön tuşu