ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Divê Îsraîl lingê xwe ji berika zêdetir dirêj neke

Piştî ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahu Îran hişyar kir ku hêzên xwe di demeke herî zû de ji Sûriyê vekêşîne, li hember vê yekê Îranê bertek nîşan da û berdevkê wezareta derve ya Îranê dibêje, bila Îsraîl lingê xwe ji berika zêdetir dirêj neke.

Li gor zanyariyên malpera Mîhir a Îranê, berdevkê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî li hember gotin û gef xwarinên Benjamin Netenyahu ku ragehandibû, divê Îranê hêzên xwe bilez ji Sûriyê vekêşe, eger na êrîşên me dê li ser pêgehên Îranê zêde bibin û li hember vê Qasimî got: ‘’Îranê binke û hêzên wê yên leşkerî yên aşkera li Sûriyê tine û ev yek propagandaye. Tenê şêwirmendên me yên leşkerî li wê derê hene.’’

Behram Qasimî got: ‘’Ya baş ew e Îsraîl lingê xwe ji berika xwe dirêjtir neke û axaftinên ne dicîh de û xelet neke. Ji ber em ti demekê rê ji êrîş û gef xwarinên we re nadin.’’

Herwaha got: ‘’Hêzên Îranê li Sûriyê şêwirmendin û hin de salin li ser daxwaza fermî ya hikûmeta Sûriyê di nav artêş û eniya gel de bo azad kirina axa dagirkirî ya wî welatî çalaki dikin.’’

Başa dön tuşu