NûçeÎranRojhilatanavinSûriye

Tehran mazûvaniya heftemîn lûtkeya welatên sponseriya danûstandinên Astanayê dike

Civîna heftemîn a serokên her sê welatên piştgirê aştiya Sûriyê di formata Astanayê de (Îran, Rûsya û Tirkiyê) sêşema bê bi mazûvaniya Tehranê tê lidarxistin.

Di vê çarçovê de serokên Rûsiyê “Vladimir Pûtîn” û “Receb Teyib Erdogan” serokomarê Tirkiyê roja duşemiyê piştî nîvro geheştin Têhranê; Bi amadebûna Serokê Komarê, Ayetullah Seyîd Îbrahîm Rayîsî, merasima pêşwaziya fermî ji wan her duyan re, li Kompleksa Kultûrî û Mîratî ya Saadabadê tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku yekemîn civîna lûtkeya her sê welatên piştgirê aştiya Sûriyê li girava Soçî ya Rûsyayê roja 22-11-2017`an hat lidarxistin; Piştî danûstandinên li Astanaya Kazakistanê di navbera nûnerên aliyên nakok de, bi mebesta gihiştina rêkeftina agirbestê û çareserkirina kirîza siyasî li Sûriyê.

Başa dön tuşu