AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Girêdana cihanîna INSTEX’ê bi FATF’ê ve nayê qebûlkirin

Komara Îslamî yab Îranê ragihand ku girêdana cihanîna Rêbaza Amûrê Piştevan jibo dannûstandinên Ticarî nasyar bi Însteksê bi pêwîstiyên weke FATF’ê nayê qebûlkirin.

Yekîtiya Ewropayê Duşemiyê bi şev bi daxûyaniyekê tevî dijayetiya digel biryara Amerîkayê derbarê Lihevkirina Atomî, îdiayên din ên vî welatî (Amerîkayê) dijî Komara Îslamî ya Îranê dubare kirin.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê wek berteka li hemberî helwêstên Yekîtiya Ewropayê, bi dayîna daxûyaniyekê ragihand: Însteksê divê herî bilez bi taybet li gorî pêngavrakiirna dereng ji aliyê Ewropayê va cih bê, ji ber ku çawaniya cihanîna sozên aliyên ewropî yên Lihevkirina Atomî dikare pîvaneka bingehîn jibo pêwendiyên pêşerojê yên Îranê digel wan be.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê hilêxistina tawanên mîna plandarêştin an kiryarên têrorîstî li Ewropayê bêbingeh da zanîn û destnîşan kir: Îran wek mezintirîn qurbaniyê êrîşn têrorîstî û wek welatê ku li warê têkoşîna dijî komên têrorîst weke DAIŞê pêşeng bûye, çaverêtî ji Yekîtiya Ewropayê heye ku bi nêrîneka li gorî rastiyê û dûr ji pîvanên nasyar ên ducûre tevbigere.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî pêgiriya li ser vêya ku çalakiyên berevaniyê yên Îranê tam jibo pêşîlêgirtinê ne, ragihand? Îran dê nema di vî warî da bi welatên din ra bikeve gotûbêjê.

Di dewama vê daxûyaniyê da, Îranê tevî şermezarkirina her cûre bikaranîna siyasî ya mijara Mafên Mirovan  wek darê destan li dijî welatên serbixwe, destnîşan kir: Li navçeya ku qeyrana wê ya sereke Rêjîma Siyonîst û cinayetên Hevpeymaniya Siûdî li Yemenê ye, helwêstên Yekîtiya Ewropayê li dijî Îranê nayê qebûlkirin.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê şîret li welatên ewropî kir ku nekevin bin bandora tevger û bawerandinên aliyên dijî aştî, aramî û tenahiya mayînde  û berfirehbûna pêwendiyên navbera dewlet û gelan li navçeyê.

Başa dön tuşu