ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Îran: Hevdîtinên Astanayê gihîştin meqseda xwe

Şêwirmendê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Şeyhulîslam got ku gotûbêjên civînên Astanayê di bihêzkirina agirbestê de gihîştine armanca xwe.

Şeyhulîslam ji Spûtnîkê re ragihand ku Îran hevdîtinên piralî yên Astanayê berhember û erênî dibîne.

Şêwirmendê Wezîrê Îranê da xuyakirin ku ji bo rê li ber hevdîtinên nûn vebe aliyan ‘girêdana xwe ya bi agirbestê diyar kirine’ û wiha axivî: “Cara ewil rûniştina hêzên muxalîfên çekdar bi hikûmeta Sûriyê re hêviyê dide. Beşdarî dîyalogê bûn û nêrînên xwe anîn ziman. Mebesta vê hevdîtinê berî her tiştî bihêzkirina agirbestê bû. Her çiqas hemû hêzên li Sûriyê şer dikin di hevdîtinên Astanayê de nebûn jî nûnerên pêkhateyên çekdar hene. Wan agirbest peyitand û piştgirî dan. Ev helbet ji bo Sûriyê serkeftineke mezin e.”

Şeyhulîslam bal kişand ser ku îhtimala binpêkirina agirbestê heye û wiha domand: “Agirbest zemîna garantîkirina amadekariyên hemû hewildanên di rêya aştiyê de ye. Heger agirbest neyê bicîanîn pêkan nabe ku hevdîtinên nû pêk werin û dîyaloga siyasî çêbibe. Ji bo niha şertê bingehîn ê hevdîtinên Astanayê hate bicîkirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu