ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran ji bo peymana nukleerê 60 roj da

Serokomarê Îrana Îslâmi Hesen Rûhanî got li dijî mueyîdeyên Amerîkayê heke di nav 60 rojî da berjewendiyên Îranê yên peymana nukleerê neyên parastin ew ê asta uranyuma dewlemendkirî zêde bikin.

Di salvegera vekişîna ji peymana nukleerê ya Amerîkayê da Rûhaniyê Serokomarê Îrana Îslâmi li ser televizyona dewletê daxuyaniya zindî da û 60 roj da aliyên peymana nukleerê ku bira ji bo parastina berjewendiyên Îranê tevdîran hildin.

Rûhanî got piştî ku Amerîka ji peymanê vekişya aliyên din ji bo parastina qezencên Îranê tu gavek neavêtin û wiha pê da çû: “Di peymana nukleerê da berpirsyariya me ew bû ku dewlemendkirina uranyumê di asta ji sedî 3,67an da bidin sekinandin, heke 5 welat di nav 60 rojî da li hev nekin û negihîjin encamekî em ê vê berpirsyariya xwe bi dawî bikin.”

Başa dön tuşu