AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran jibo derfirotina berhemên pêtroşîmiyê bo Ewrûpayê amade ye

Mehdî Şerîfînîk rêveberê şîrketa bazirganî û pêtroşîmiya Îranê got ku Îran li sala 2015`ê bi qasî 16 hezar ton berhemên pêtroşîmiyê firotiye  bazarên Ewrûpayê bitaybet bo welatên  Îtaliya, Ispaniya, Yewnanistan û Romaniyê.

Mehdî Şerîfînîk tekez kir: Ev şîrketa 20 depoyên  kelûmelan li Çînê, 2 depo li Viyetnamê, 2 depo li Îmaratê û depoyek li Hindistanê  heye ku bikaribe bi zûtirkê kelûmelên bikirran bigihîne destê wan.

Mehdî Şerîfînîk rêveberê şîrketa bazirganî pêtroşîmiya Îranê bal kişand ser vê yekê ku şîrketên Îranî li warê veguhestinê, xebitandian sermayê, bestebendî û derfirotina  berhemên  pêtroşîmiyê li bazarên navneteweyî pir bihêz  in û tekez kir: şîrketa bazirganî pêtroşîmiya Îranê amade ye ku  berhemên xwe bifroşe welatên  mîna Berîtanya û Almanyayê û hemî welatên ewrûpî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu