ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran li eynî demê de ku amadeyî gotûbêja jibo çareserkirina pirsgirên tev Îmaratê ye li bara serweriya xwe ser giravên îranî li kendava Farsê ticarî nayê muzakirekirin

Taxima meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li nehem civîna civata giştî ya meclisên asiyayî li Kambocê bersiva îdiayên pûç ên nunerê meclîsa Îmaratê li bara giravên Îranê da.

 Endamê grûpa civata meclisên Asiyayî(APA) li meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê Elî Kazimî roja sêşemiyê li Kambocê got : Îran li eynî demê de ku amadeyî gotûbêja  jibo çareserkirina  pirsgirên tev  Îmaratê ye li bara serweriya xwe ser giravên îranî li kendava Farsê ticarî nayê muzakirekirin.

Kazimî ku jibo beşdariya li nehem civîna civata giştî ya meclîsên asiyayî li Kambocê de ye îdiayên  nunerê meclîsa Îmaratê li bara giravên  sêalî yên îranî li kendava Farsê pûç û bêbingeh da zanîn.

Vî nunerê îran diyar kir: Komara îslamî ya Îranê li gorî siyaseta xwe ku li gorî dabînkirina ewlehiyê û istiqrar û damezrandina  aşitiyê li kendava Farsê tev welatên  navçê bûye kiryarên  pêkanîna pêbaweriyê tev welatên navçê cih aniye.

Dewleta Îmaratê bi piştgiriya biyaniyan li her civînekî ku beşdar dibê mesela nekêrhatî ya giravên Tunba mezin,  Tunba Mezin dike hecet.

Îdiaya Îmaratê li bara ev giravên îranî li halekê tê hilêxistin ku li gorî belgeyên NY giravên sêalî beşek cidanebûyî ji axa Komara Îslamî ya Îranê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu