IraqNûçeRojhilatanavin

Samerayî: Li Iraqê ti dostên Tirkiyeyê nemane

Şêwirmendê leşkerî yê Iraqê Wefîq Samerayî diyar kir ku ew beşdarbûna operasyona Mûsilê ya Tirkiyeyê qebûl nakin û Tirkiye di siyaseta xwe ya Iraqê de cara duyem bin ket.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê du roj berê dest pê kir lê bêyî Tirkiyeyê. Tirkiye hêj hewl dide ku beşdarî operasyonê bibe û ji ber vê yekê leşkerên xwe yên li kampa leşkerî ya Başîqayê venakşîne.

Derbarê van hewldanên Tirkiyê û destpêkirina operasyona Mûsilê Şêwirmendê  Leşkerî yê Iraqê Wefîq Samerayî  di axaftina xwe ya Rojnewsê de  got li Iraqê ti dostên tirkan nemane û ji ber wê Tirkiye li Iraqê cara duyem di siyaseta xwe de şikestinek mezin dijî. Wefîq Samerayî destnîşan kir ku ger Erdogan bi vî awayi siyasetê bike wê çarenûsa wî weke ya Sedam Husên be. Tirkiye dixwaze tevlî opersyonê bibin, lê Iraq xwedî serwerî û hêzên taybet ya xwe heye, her wiha plana ji bo kontrolkirina Mûsilê baş hatiye amadekirin û baş pêşde ji diçe. Samerayî dibêje heta dawî ji ew rê nadin ku leşkerên tirk beşdarî kontrolkirina Mûsilê bibin. Derbarê civîna li Bexda ji Wefîq Samerayî wiha got: “Bê encambûna serdana cîgirê Wezîrê Karên Derve ya Tirkiye  ya li gel Bexda desthilatdarên Enqere gelek bêzarkiriye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu