ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

İran: Miletê Îranê û gelên Kurd hezaran salê li kêleka hev bûne û disa bibin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî destwerdanên serokomarê Îranê derbarê pêwendiyên navbera Îranê û Kurdên Iraq û Sûriyê, viha got: “Miletê Îranê û gelên Kurd ji hezaran salan beriya niha va li kêleka hev bûne û dê hema wisa hebin jî”.

Donald Trumpê serokmarê Amerîkayê vê dawiyê li nav endamên Kabîneya vî welatî îdia kir ku Kurdên Sûriyê niftê difiroşin Îranê.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja Sêşemiyê li sefera xwe ya bo Hewlêrê li Herêma Kurdistanê, her wiha got: Îranê hertim bi Bexda û Herêma Kurdistanê ra li warên cûrbicûr ên siyasî û aborî da pêwendiyeka baş  hebûye.

Zerîf her wiha tevî pêgiriya lis er girîngiya parstina yekîtî û hakimiyeta neteweyî ya Iraqê got: Bi pêkhatina dewleteka yekgirtî, rê jibo hevkariya herî pirtir navbera Hewlêr û Bexdayê ji aliyekî va û Têhran û Herêma Kurdistanê ji aliyê din va were dabînkirin.

Serokê Saziya Dîplomasiya Îranê tevî amajeya bi pêşîneya hezaran salî ya pêwendiyên Îran û Iraqê, got: Tevî hebûna pêwendiyên kûr di navbera du welatan , dê tu hêzek nekare nakokiyê têxe navbera wan.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê gihîşte Bexdayê û di heyama du rojan mayîna xwe li vî şarî tev rayedarên pileberz û kesayetiyên siyasî ji ereyên cûrbicûr ên Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê sibe anku Çarşemiyê diçe Kerbelayê û beşdarî Komcivîna mezin a çalakên aborî yên du welatan li vî bajarî dibe.

Başa dön tuşu