ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: Rêjîma Erebistanê her roj li ser destdirêjiya xwe sortir dibe

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Bêdengiya mirinbar a civatên navneteweyî li bara êrîşa li ser dibistan û nexweşxaneyan li Yemenê bûye sebeb ku Erebistana Siûdiyê her roj bi awayekî sortir û serşûrtir cinayetên xwe yên dijî mirovahiyê zêdetir bike.

Li gorî rapora dayreya giştî ya dîplomasiya mêdyayiya wezareta karên derve ya Îranê, berdevkê wezaret akarên derve ya Îranê, Behram Qasimî êvara duşemiyê, 15`ê Tebaxa 2016`an, tevî şermezarkirina êrîşa firokeyên şêr rên Erebistana Siûdiyê li ser nexweşxaneyeke parêzgeha heceyê li bakûrê rojavaya Yemenê, ew yeka wek cinayeteke eşkere û hovane li dijî mirovahiyê da zanîn.

Qasimî her viha got: Li halê ku pîvan û qanûnên navneteweyî û mirovhezane û seratir ji wan wijdana mirovahiyê ji giştan dixwaze ku li şer û pevçûnan parastina canê welatiyên sivîl berçav bigirin û êrîşî ser jêravahî û navendên sivîl ekin, lê prgala têrorîstperwer a siûdî li warê rijandina xwîna zarok, jin û nexweşên mezlûm û welatiyên sivîl ên yemenî tu berbend û sînoran nas nake.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Kiryar û tevgerên bêşermane û serşûriya Erebistana Siûdî encama bêdengiya kerrkir û niximandina cinayetên vê rêjîmê ji aliyê civat û navendên anvneteweyî ji wan Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Kiryara nûnerên gelê Yemenê ji bo destpêkirina nû ya çalakiya parlimanê û navend û nijyarên dêmokratîk û qanûnî Erebistan hêrs kiriye; Loma rêjîma zarokkuj a desthilatdar li Erebistanê ni êrîşên xwe yên berfrieh li ser nexweşxane û dibistan û navendên perwerdehiyê tola xwe ji gelê Yemenê hildide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu