IraqNûçeRojhilatanavin

Serokê Parlementoyê Iraqê bi Ala Talabanî re civiya û banga diyalogê kir

Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî pêşwaziya birêvebera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Parlementera Parêzgeha Kerkûkê Ala Talabanî kir.

Serokê Parlementoya Iraqê gotiye: “Geşedanên dawî li ser her kesî ferz dike ku bi hikmet û hêminî tevbigerin daku çareseriyan bo hemû pêkhateyan dabîn bikin bêyî ku destûr bê binpêkirin û herwiha mafên her kesî bê awarte bîne cih.”

El Cibûrî bangî aliyên siyasî kir ku dest bi diyalogeke vekirî û avaker bê destpêkirin ku bê awarte hemû girse tê de beşdar bibin ji bo bi kêmtirîn wendahî em derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu