CîhanEwropaNûçe

Sê êrişkaran bi mînîbûsê êriş kirin

Li paytexta Brîtanya-Londonê di encama êrişeka terorîstî de herî kêm 9 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Şeva borî derdora saet 22:00 ( nîvê şevê bi dema Kurdistanê) li ser pira Londonê ya bajarê Londonê, 3 kesan bi mînîbûsekê êrişî welatiyan kirin, paşê ji mînîbûsê peya bûn û bi kêran li welatiyan dan.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de herî kêm 6 sivîl hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn, 3 êrişkar jî ji aliyê hêzên polîs ve hatin kuştin.

Heta niha nayê zanîn ew kesên ku êriş pêk anîne, ser bi çi rêxistinekî ne.

22 meha Adara îsal jî li ser pira Westminster ya Londonê bûyereka mîna ya şeva borî qewimîbû. Di wê bûyerê de polîsek hatibû kuştin û êrişa jî ji aliyê hêzên polîs ve hatibû kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu