ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran têkildarî Navenda Navokî ya Fordoyê biryarê dide

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê got: Rayedarên pilebilind ên Îranê û desteya îranî ya çavdêrîya ser rêketinama navokî yê têkildarî vejîyandina navenda navokî ya Fordoyê derveyî rêketinama atomî biryarê bidin.

Bêhrûz Kemalvendî îro li koma nûçegihanan têkildarî vejîyandina navenda navokî ya Fordoyê wate zenîngînkirina oranîyomê li vê navendê piştî lihevketina rêketinama atomî û çawanîya vegera ser rewşa berî rêketinama navokî herwiha got: Niha li wir oranîyom nayê zengînkirinê û piştî vekişîna ji rêketinama atomî bi biryara berpirsên pilebilind ên Komara Islamî ya Îranê dê zengînkirina oranîyomê careka din li Fordoyê destpê bibe.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê derbarê muzakirên Îran û Çînê ji bo avakirina Reaktora Erakê de jî got: Xweşbextanê muzakire li gorî xişteya dem bi awayekî baş pêş de çûne û alîyê çînî piştî erêkirina teqil yê mideha 2 yan 3 mehên bê de avakirin û teyarkirina Reaktora Erakê destpê bike.

Kemalvendî herwiha got: Li gorî biryarnama 2235 a Konseya Ewlehîyê peymanên ku li gorî rêkeitnama navokî hatine erêkirinê û hatine cihanînê, li gorî erfa navnetewî nakevin ber bandorê û çînî jî nakevin ber bayê kiryarên Amerîkayê ji ber ku heta niha pêgirî li ser pêbendîya li sozên xwe kirine û ji bo avakirina Reaktora Erakê cidî ne.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê derbarê durûtîya welatên rojavayî têkildarî bernama navokî ya biaştî ya Îranê û bernama navokî-leşkerî ya Rêjîma Sîyonîst de got: Welatên rojavayî alîkarî dane Rêjîma Sîyonîst û tu çavdêrîyek ser karên navokî yên vê rêjîmê ku mixabin li gorî armancên leşkerî tên şopandinê, tineye.

Başa dön tuşu