ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran û Iraq, nîşandayîna peywendîyên dîrokî û istiratêjîk

Serokê Komara Islamî ya Îranê di peywendîya telefonî ya digel Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî da, amajeyî destkevtên seredana xwe ya vê dawîyê bo Iraqê kir û got: Berfirekirina zêdetir ji berê ya peywendîyên Têhran-Bexdayê ser xêra her du gelan e û zîyanê nagihîne tu welatekî herêmê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî şeva buhurî di wê peywendîya telefonî da, peywendîyên Komara Islamî ya Îranê û Iraqê “istiratêjîk, dîrokî û zefgirîng“bi nav kirin û got: Îran bi hemî hêza xwe amade ye ku rêketinamên gellekî girîng û dîrokî yên digel Iraqê cih bîne û ev yeka dikare pêşdaçûn û bazdanekê di peywendîyên her du welatan da pêk bîne.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî jî di vê peywendîya telefonî de pêgirî kir: Hemî rêketinamên di navbera her du welatan de yê zûka cih bên.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî di 11`ê Adarê de digel desteyeke sîyasî-aborî bo cara yekem bo sê rojan seredana Iraqê kir. Rûhanî di wê seredanê de bi hemî kesayetîyên sîyasî û mezhebî nemaze bi Merceyê Pillebilind ê Şîeyên Iraqê ayetullah Sîstanî re hevdîtin pêk anî.

Hevdîtina Serokê Komara Islamî ya Îranê bi eşîr û etnîkên curbicur ên iraqî re dema wê seredana sêrojî li Iraqê da bîşan da ku Komara Islamî ya Îranê xwazyarê tifaq, istiqrar û ewlehîyê li Iraqê ye.

Iraq cînarê rojavaya Îranê ye û sînorê herîzêde yê hevpar digel Îranê heye û pêwîstîya hevkarîya mayinde ya her du welatan jî pêkanîna tifaq û ewlehîya dilnîyaker li Iraqê ye.

Pêşwazîya berfire ya iraqîyan ji Serokê Komara Islamî ya  Îranê jî sîyaseta derve ya Îranê derbarê Iraqê de erê dike ku hertim piştgirî daye tifaq û istiqrara li Iraqê û di rojên dijwar de li rex iraqîyan bûye.

Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescêdî di vî warî de di hevdîtina digel Nunera nû ya NY li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert`ê got: Îran jibo berfirekirin û kûrkirina peywendîya dostane ya di navbera Têhran û Bexdayê de ya ji dêstî were yê bike.

Sîyaseta maqûl û durist a Îranê derbarê Iraqê de (nemaze piştgirîya ji Bexdayê di şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê de), li rex gellek babetên hevpr ên çandî, mezhebî û zimanî yên gelên her du welatan, Îran û Iraq xistine rêya berfirekirina zêdetir ji berê ya hevkarîyên xwe nemaze yên aborî. Encamên seredana Serokê Komara Islamî ya Îranê bo Iraqê ku di 11`ê Adarê de pêk hat, nîşan dan ku tu berbendek ser rêya berfirekirina peywendîyên her du welatên cînar tineye û boykotên Amerîkayê nikarin Iraqê ji Îranê dûr bixin.

Wajokirina 5 rêketinameyan di navbera Têhran û Bexdayê de, belaşkirina vîzeyê jibo gelên her du welatan ji meha Nîsanê ve û lihevkirina jibo damezirandina bajarokên pêşeyî ser sînorê Îran û Iraqê destkevtên herîgirîng ên seredana vê dawîyê ya Rûhanî bo Iraqê ne.

Tevî boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê, Têhranê hertim amadebûna xwe jibo ku di warê jinûveavakirinê de alîkarîya Iraqê bike, ragihandîye. Îran çawan ku dema tewandina DAIŞ`ê li Iraqê de, li rex gel û dewleta vî welatî sekinî, niha jî wekî cînarê bawerpêkirî amade ye hewcedarîyên Iraqê di qonaxa jinûveavakirina vî welatî de dabîn bike.

Pêşwazîya Serokwezîrê Iraqê ji pişkdarbûna şirketên îranî li bazara Iraqê û pêgirîya wî ser cihanîna rêketinama têkildarî vîzeya belaş di navbera her du welatan de, peywendîyên nêzîk ên her du welatan nîşan didin.

Başa dön tuşu