ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê bersiv da encamnameya Lûtkeya Yekîtiya Ereban

Tehranê bersiva sûcdar kirinên ‘Îran tevlî karên navxweyî yên welatên din dibe’ ku di encamnameya Lûtkeya Yekîtiya Ereban a 28mîn ku doh li Urdunê bidawî bû de cih girt, da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî bertek nîşanî encamnameya Lûtkeya Yekîtiya Ereban a 28mîn da û ragihand ku welatê wî polîtîkayên derve li ser ne tevlîbûna karên navxweyî yên welatên din hatiye avakirin.

Qasimî li sîteya înternetê ya fermî yê Wezareta Karên Derve yê Îranê daxuyand ku sûcdar kirinên li hemberî Îranê yên Lûtkeya Yekîtiya Ereban nayê qebûlkirin. Welatê wî polîtîkayên derve li ser têkiliyan baş bi cîranên xwe re deyne hatiye avakirin.

Berdevkê wezarê te destnîşan kir ku hewcedariya mudexaleya karên navxweyî yên welatên din yê Îranê tine ne, “Îran welatekî li gorî qanûna bingehîn û li gorî rêbazên navneteweyî, têkiliyên baş bi cîranên xwe re datîne û rêzê li serxwebûna welatan û mudaxîlê karên navxweyî yên welatên din nebe, ye”

​Ji aliyê din ve daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku divê Yekîtiya Ereban û Alema Îslamê li ser pirsgirekên li herêmê bisekinin, “Ev ji bilî tecrûbeyên borî, dost û dijminan tevlîhev dikin.”

Qasimî derbarê mijara ji standina Îranê ya 3 giravên ku Mîrnişiyên Yekîtiya Ereban ku îdia dike di bin serxweriya wan de ye de jî got: Girav aydên Îranê ne û dê wisa jî bimînin. Ev îdia û derewen dîrokî rastiya dîrokê naguherîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu