NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê hêzên terorîstî ya Ehrar-uş Şamê guherî

Hat ragihandin ku Serokê Rêxistina hêzên terorîstî ya Ehrar-uş Şamê guherî û Elî Omerê bi leqeb Ebû Ammar bû serokê nû yê rêxistinê.

Rêxistina hêzên terorîstî  ya Ehrar-uş Şamê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ji ber ku dema serokatiya Muhenned El Misrî qediya û di encama îstîşareyan de Elî Omer (Ebû Ammar) bû serokê rêxistinê yê nû. Rêxistinê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji bo ked dayîna tevgerê spasiya El Misrî kir û ji bo serokê nû Omer jî serkeftin xwest.

Elî Omer (Ebû Ammar) ji Taftanaza bajarê Idlibê bû û cîgirtiya Muhenned El Misrî dikir.

Ji aliyê din ve li gorî Charles Listerê ji Enstîtûya Rojhilata Navîn ku navenda wê li Washîngtonê ye ragihand ku hêzên terorîstî ya Ehrar-uş Şamê ji bo ku di nava rêxistinê de nêrînên cûda rake Elî Omer wezîfedar kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu