CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê buxtanên Komîteya 4 Welatên Ereb li Qahirê pûç zanîn

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê hewildana bêencam a hin welatên Ereb a hilêxistina idiayên pûç dijî Îranê pêkutîya wan ser domandina şaşitîyên sîyasî yên berê zanî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seyîd-Ebbas Mûsewî îro derbarê daxûyanîya dawîya danzdehemîn civîna Komîteya Ereb li Qahirê ku têda careka din buxtanên pûç dijî Îranê hatin hilêxistinê pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê dubarekirina buxtanên pûç û idiayên derbarê serwerîya ebedî ya Îranê li giravên sêalî yên li Kendava Farsê û herwiha xwevedizîna hin welatên Ereb ên isşkestxwarî di sîyaseta navçeyî de hegera lawazîya di warê femkirina rastîyên navçê û cîhanê de dizane.

Mûsewî herwiha ji ber ku hin welatên navçê ji hin dew û dozên pûç û bêbelge yên bîyanîyan derbarê ewlehîya gemîyan li Kendava Farsê pêşwazî kirine û pişta xwe nakutin şîyana welatên herêmê, heyf û mixabinîya xwe nîşan da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêkutîya ser şaşitîyên bêencam ên berê di rewşekê de ku herêm hewcedarê maqûlbûn û dîtina rastîyan e, pêngavrakirina di rêya çewt de zanî ku encamek bilî zêdekirina pirsgirêkan li navçê tinabe.

Wezîrên Karên Derve yên Erebistan, Misr, Imarat û Behrêynê duh di daxûyanîya dawîya civîna xwe li Qahirê de careka din Îran bi destwerdana di karên welatên Ereb de tawanbar kirin.

Komîteya Wezaretî ya wan çar welatên Ereb bi hilêxistina vê idiayê ku Îran gefan li rêyên derbasbûna gemîyan li Kendava Farsê, Tengava Hormizê û Deryaya Sor dixwe, pêgirî ser sekinîna himberî her cure hewildanên Îranê kir.

Wê komîteyê herwiha careka din giravên sêalî yên Îranê yanî Tunba Mezin, Tunba Biçûk û Ebûmûsa “giravên dagirbûyî“ yên Imaratê bi nav kirin.

Wê komîteyê di halekî da ew idiaya kirîye ku ew sê girav ligorî belgeyên NY pişkeke axa Komara Islamî ya Îranê ne.

Başa dön tuşu