ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îranê du helikoptêr ji bo vemirandina êgir şandin Iraqê

Berdevkê Sazîya Geştên Esmanî ya Îranê ragihand ku 2 helekoptêr ji bo vemirandina agirê berbûye devera Hûr Ezîma Iraqê hatin şandinê.

Riza Ceiferzade berdevkê Sazîya Geştên Esmanî ya Îranê li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a ISNA`yê got: Agir berbûye herêma Hûr ul Ezîma Iraqê û wezîrê karên hundur ê Îranê jî xwest ku helekoptêrên vemirandina êgir bên şandinê û muzakira dabînkirina ewlehîya helekoptêran li esmanê Iraqê hat kirinê û 2 helekoptêrên îranî hatin şandinê.

Li gorî gotina Ceiferzade, 2 helekoptêrên taybetî vemirandina êgir ên Sipahê Pasdaran û Şîrketa Yas Air`ê ji bo ku agirê berbûye herêma Hûr ul Ezîma Iraqê vemirînin ber bi Iraqê ve çûn.

Îro 10 roj in ku agir berbûye devera golmenca Hûr ul Ezîmê li başûra gola Um ul Neiacê. Ji ber gurrbûna germayê agir berbûye qamîşên Hûr ul Ezîmê û ev şewata hela jî didome.

Başa dön tuşu