AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê du meh mohlet da şîrketa Fransî ya petrolê ya Totalê da ku xwe ji cezayên Amerîka rizgar bike yan jî Îranê biterikîne

Hikûmeta Îranê du meh mohlet da şîrketa Fransî ya petrolê ya Totalê da ku xwe ji cezayên Amerîka rizgar bike yan jî Îranê biterikîne.

Piştî ku Amerîka ji rêkeftina etomî ya Îranê vekişiya, şîrket û bazirganên ku bi Îranê re kar dikin, hêdî hêdî xwe ji Îranê dûr dixin, ji ber ku ditirsin rastî xezeba Trump werin.

Yek ji wan şîrketên ku li Îranê kar dike, şîrketa Total ya Fransî ye ku li Îranê petrol û gazê derdixîne. Piştî vekişîna Amerîka ji rêkeftina etomî, şîrketa Totalê gotibû, êdê karkirin li Îranê zehmet dibe.

Piştî vê yekê, Wezîrê Petrola Îranê Bîjen Zengene bang li şîrketa Total kir, di nav du mehan de xwe yekalî bike; yan bi Amerîka re hevdîtin bike û xwe ji cezayên Amerîka rizgar bike yan jî cihê xwe bide şîrketa Çînî ya CNPC.

Şîrketa Total xwedan pişk e di pirojeya berfirehkirina bîrên gazê yên Îranê. Pişka Totalê yek milyar dolar e.

Başa dön tuşu